Nahyeyek a din hat kontirolkirin

Şane ya ragehandinê ya cengî, ragehand: Hêz ên Îraqê evro sipêdeyê nahîye ya Telûbac li qeeza ya Şergatê kontirol kirin.

K24- Hewlêr

Şane ya ragehandinê ya cengî ya ser bi wezaret a berevanî ya Îraqê, ragehand: Hêz ên Îraqê evro sipêdeyê nahîye ya Telûbac li qeeza ya Şergatê kontirol kirin.

Li gor  wê ragehandinê, niha ew nahye niha ji dest ên Daişê derxistine û hêz ên Îraqê ji qeza ya Şergatê nêzîk bûne.

Wezaret a berevanî ya Îraqê di beyannameyekê de, zanîyarî yên zêdetir li ser pêşveçûn ên hêz ên Îraqî ragehand û amaje bi wê yekê kirîye ku hêz ên wan dever a Telûbac û çarîyan a Şergatê kontirol kirine.

Di beynname ya wezaret berevanî ya Îraqê de hatîye: Niha hêz ên Îraqî nêzîkbûne ji bingeh a serbazî ya nahye ya Geyare û ew rê ya Şergat û Bêcî bi hev re girê dide û beer bi Mûsilê diçe kevtîye jêr kontirol a hêz ên Îraqî û di operasyûn ên dahatî de, ewê rêyê rolek a girin dê hebe bo hînan û veguhaztin a keriste yên serbazî bo piştîvanî ya Hêz ên Îraqî.

Di beyannameyê de wezaret a berevanî ya Îraqê behs a rizgarkirin a hijmarek a gund ên Şergatê û kuştin a hijmarek a mezin ji çekdar în Dişê dike.

Ev çend rojin li bakûr a Tikrîtê û başûr a Mûsilê operasyûnek a berfireh ji alî yê sûpa yê Îraqê ve dest pêkirîye û heya niha çend gund û nahîye li wan deveran hatîne kontirol kirin.