Şêxek peqî

Serok ê hozzek a Ereb, piştênek a bombekirî li xwe girê dide, berî bigehe Qeza ya Dûcêl li Bakur a Bexdayê ew piştên a bombkirî bi wî re peqî.

K24- Hewlêr

Serok ê hozzek a Ereb, piştênek a bombekirî li xwe girê dide, berî bigehe Qeza ya Dûcêl li Bakur a Bexdayê ew piştên a bombkirî bi wî re peqî.

Evro Çarşembîyê li dever a Tarmîye li Bexda piştênek a bombkirî bi Şêxek a hozzek a deverê re peqî, di dem a ku ber bi qeza ya Dûcêl diçû daku xwe li wir bi peqîne.

Çavkek ê asayîşî ev zanîyarî piştrast kir û ragehand: Serok ê hozzek a deverê bi nav ê (Şêx Ebdulkerîm Nacî Xelef) ku bi Şêx Ebdulkerîm Dilêmî hatîye nasîn û piştênek a bombkirî li xwe girê daye û li dever a Tarmîye bi wî re peqî û kuşt di demekê de ku divîya biçe qeza ya Dûcêl û li wir bipeqîne.

Li gor nasname ya wî, ku kevtîye dest hêz ên asayîşî, ew Şêx endam komîteyek a firyaguzarî ya mirovî ya ser  bi Netewe yên Hevgirtî bûye.