1200 xêzanan bi eger a Daişê Şirgat hêlan
K24- Helêr
Wezaret a Koç û koçber ên Îraqî aşkera kir ku 1200 xêzanan heya niha bajarok a Şergat hêlabe.
Li gor zanyarî yên wezaret a koç û koçber ên Îraqê zêdetir ji 600 xêzan ji koçber ên Şergatê li bajarok a Bêcî hatîne akincîkirin û xorak û derman ji wan re hatîye dabînkirin.
Herweha xuya kir ku li dû rojên dahatî nêzîkî 580 xêzan ên din yên Şergat û derdor ên wê li dever ên din ên parêzgeha Selahedîn hatîne akincîkirin.
Wezaret a koç û koçber ên Îraqê amaje bi wê yekê dike ku pêşbînî dihê kirin li gel berdewambûn a operasyûn a azadkirin a Şergatê, hijmarek a mezintir ji xelk ên Şergatê wan deveran bihêlin.