Dû gund hatin rizgarkirin
K24- Hewlêr
Evro sipêdeyê supa yê Îraqê hêriş kire ser gund ên Derbaz û Kerame li mihwer Mexmûr
Efserek ê supa yê Îraqê bi kurdistan 24 ragehand, supa yê Îraqê şîya bi kêtir ji 4 demjimêran herdû gund ên Derbaz û Kerame bixin di destê xwe de.
Di hêrişê de firoke yên Hevpeyman ên nêvdewletî ya dijî Daişê pişkdarî kir di wê hêrişê de û bi çirrî burdûman a bingeh ên Daişê kir.
Di vî şerrî de 4 otombîl ên bombkirî yên Daişê ji alî yê firoke yên hevpeymanan hatin teqandin û hijmarek a çekdar ên Daişê bi eger a wê hêrişê hatin Kuştin.
Rayîd Emîn Şêxanî, ji lîway a 91 a firqe ya 15 ya supa yê Îraqê got jî: Berpisek ê mezin ê Daişê bi nav ê Ebû Ayşe, di hêrişê de hatîye kuştin û hijmarek a din ji çekdar ên Daişê di dem a kontirol vekirin a wan dû gundan hatîne kuştin û supa yê Îraqê jî 3 birîndar hene.