Bi vîdyo.. mezintirîn zîyan a ber Daişê kevtî bibîne
K24- Hewlêr
Firoke yên cengîç yên Îraqê, karwanek a otombîl ên çekdar ên Daişê li dever a Amirîye, Felûce burdûman kirin û di encam de zêdetir ji 260 otombîl ên çekdar ên Dişê bi hemû çekdar ên wê ve jî hatin şewitandin û kuştin.
Vîdyo ya evê bûyerê, wezaret a berevanî y Îraqê belav kirîye û amaje bi wê yekê kirîye ku ev karwan a mezin a Daişê ku ji sedan otombîl ên Daişê pêkhatibû, ji dever a Elefîyan ber bi leylan a Felûce li bakur a rojava ya Amirîye ya Felûce diçûn, di wê demê de firoke yên cengî yên Îraqê ew karwan kirne armanc û hemû otombîl û çekdar ên têde hatin têkşikandin.
Lê berpirs ên Emerîkayê dibêjin ev burdûman ji alî yê firoke yên Hevpeyman ên nêvdeweletî hatîye encamdane û ragehandine ku li roj a Çarşembî ya bûrî firoke yên hevpeymanan çend hêriş encam dane li dijî Daişê li derdor ê Felûce û amaje bi kuştin a 250 çekdar ên Dişê dike li gel ji navbirin a 40 otombîlan.
Berpirsek ê Emerîkayî bi ajans a Royeterzê ragehandîye ku ev mezintirîn hêriş a asmanî hevpeyman ên nêvdewletî bûye li dijî rêkxistî ya Daişê.