Hejmara qurbaniyên Bexdayê bilind dibe

Qurbaniyên teqîna duh ya navçeya Kerade ya Baxdayê, gihêşt 180 kuştiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qurbaniyên teqîna duh ya navçeya Kerade ya Baxdayê, gihêşt 180 kuştiyan.

Duh di qerebalixa sibê de li bazara navçeya Kerada ya li Bexdayê teqîneke xwekujî pêk hatibû, hejmara qurbaniyên wê teqînê zêde bûn û gihêşt 180 kuştî yî.

Piştî teqînê, Serokwezîrê Iraqê serdana cihê teqînê kir, welatyên wê deverê bi keviran bi karwana otombîlên wî ketin.

DAIŞê li ser tûra pêwendiyên civakî, berpirseyatiya xwe derbarê wê teqînê de ragihand.