Kuştiyên teqîna Kerada bûne 281 kes

DAIŞê li ser tûra pêwendiyên civakî, berpirseyatiya xwe derbarê wê teqînê de ragihand.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê ragehand ku, hejmara kuştiyên teqîna navçeya Kerade ya ku di destpêka heftiya borîde hatibû ancam dan giheştin 281 kesî.

Di destpêka heftiya borî de xwîntirîn teqîn ji sala 2003 de li navçeya Kerade ser bi bajarê Bexdayê rûda.

Derbarê vê yekê Wezareta Tendirûstiyê ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku hejmare kuştiyên teqîna devera Kerade zîde bû û bû 281 kesî, da zanîn ku piraniya nişteciyên wê Şîe mezhebin.

DAIŞê li ser tûra pêwendiyên civakî, berpirseyatiya xwe derbarê wê teqînê de ragihand.