Ebadî çend berpirsên Asayîş û Ewlehiyê ji kar dûrxit

Dûrxistina berpirsan piştî teqînên ku, li Bedayê rûdan hat.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermanekê fermandarê operasyonên Bexda û berpirsê Asayîş û Ewlehiyê ji karê dûrxist.

Derbarê vê yekê ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekî fermî de ragehand ku, bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî fermandarê operasyonên Bexda û berpirsê Asayîş û Ewlehiyê ji karê xwe hatin dûrxistin.

Herwiha Berî niha Wezîrê Navxwe yê Iraqê jî Mihmed El-xeban vekşandina xwe ji kar pêkêşî Serokwezîr kirbû, niha daxwaza wê jî ji aliyê Ebadî ve hate qebûl kirin.

Tê zanîn ku, hejmara kuştiyên teqîna Devera Kerade li gor Wezareta Tendirûstiyê giheştin 292 kesan, DAIŞê jî berpirsyaretiya xwe derbarê wê teqînê ragehandibû.

Her îro, teqînekî din li bajarokê Beled rû da di encam de 35 kes hatibûne kuştin.