Iraqê helîkopterên "Nêçîrvanê şevê" ji Rûsyayê wergirt

Wezareta Berevanya Iraqê di daxuyaniya xwe de hejmara firokeyên wergirtî aşkere nekir.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Berevaniya Iraqê ragehand ku, wan komek din ji firokeyên Hilkopter yên bi navê " Nêçîrvanê şevê " ji Rûsyayê wergirt.

Firokeyên MI28 ango " Nêçîrvanê şevê " dikare di hemû rewşên keşûhewayê de firînê bike û alîkariya hêza bejayî jî bike, firoke ji du firokevanan pêk tê.

Derbarê vê yekê Wezareta Berevaniya Iraqê di daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî belav kirbû, tê de tekez kir ku, wan komeke nû ji firokeyên helîkoter ên Rûsî coreya MI28 yên bi navê nêçîrê şevê tê nas kirin wergirt.

Wezareta Berevanya Iraqê di daxuyaniya xwe de hejmara firokeyên wergirtî aşkere nekir.