Heşda Şeibî red dike ku bi ti wezaretekê ve bête girêdan

berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nurî di daxuyaniyekê de diyar dike ku, Heşda Şeibî wekî dezgeheke niştimanî û hikûmî dimîne, ku ser bi Civata Wezîrên Iraqê ve ye û naçe biser ti wezaretan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Iraqê hêza Heşda Şeibî ku hêzeke xwebexş a Şîyan e û bi artêşa Iraqê şerê DAIŞê dike, red dike ku bi ti wezartên Iraqê ve were girêdan.

Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nurî di daxuyaniyekê de diyar dike ku, Heşda Şeibî wekî dezgeheke niştimanî û hikûmî dimîne, ku ser bi Civata Wezîrên Iraqê ve ye û naçe biser ti wezaretan.

Nurî got:  ew wan hemû agahdariyên ku behs tê kirin - Heşda Şehbî dê biçe ser wezaretan - red dikin. Ji ber ku Heşda Şehbî bi xwe dezgeheke wekî wezaretan e û bi ti awayekî naçe ser tu wezaretek din.

Heşda Şeibî bi fetweya Mercexa Bilind a Şîayên Iraqê Elî Sîstanî pêk hat.  Aliyên Sune jî wê wek hêzeke taîfî dibînin û wê bi jinavbirina Suneyan tometbar dike.