Guardian: NY bi dehan milyon dolar dane rêjîma Sûriyê

NY girêbestên bi dehan milyon dolar dane merivên Serokê Sûriyê Beşar Esed, ku cezayên aborî ji aliyê Amerîka û Ewropayê li ser hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

NY girêbestên bi dehan milyon dolar dane merivên Serokê Sûriyê Beşar Esed, ku cezayên aborî ji aliyê Amerîka û Ewropayê li ser hene.

Li gor raporeke rojnameya “Guardian” Brîtanî, NY bi dehan milyon dolar dane merivên Esed, ku cezayên aborî ji aliyê Amerîka û Ewropayê li ser hene.

Li gor raportê jî, ku hin desgeh û rêxistinên ku pere ji NY wergirtine, xwediyên wan Hevjîna Serokê Sûriyê Esma Esed û kurxalê Serokê Sûriyê Ramî Mexlof in.

Hin çavdêr dibînin ku, gelek gûman li ser erkê NY li Sûriyê hene, ku NY piraniya alîkariyan bo deverên di bin desthilata rêjîmê de dişîne, herwiha alîkariya rêjîmekê dike ku bi sed hezaran ji miletê xwe kuştine.

Li gor raportê, ku NY 13 milyon dolar bo geşepêdana çandiyê, 4 milyon dolar bo kampaniyeke sotemeniyê, 5 milyon dolar bo alîkariya Banka Xwînê xerc kirine, ku ew desgeh ser bi rêjîmê ve ne.

Herwiha du rêxistinên ser bi NY girêbesteke hevpariyê bi kampaniya Esma Esed re îmze kirine û 8.5 milyon dolar dane Esma Esed.

Rêxistina UNISEF jî 227 milyon dolar dane Komeleya Bustan ya Ramî Mexlof.