Li Wanê teqîneke bihêz rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî bîstekê teqîneke bihêz li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê rû da û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dane û 48 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyan berî bîstekê teqînek di navbera avahiya APKê û avahiya Parêzgeriya Wanê de rû da.
Li gor medyayên Tirkiyê ku teqîn bi riya otombêleke bombebarkirî hatiye kirin û di encamê de 2 polîsan canê xwe ji dest dane û 48 kesên din jî birîndar bûne.
Herwiha ambulans gihêştine cihê bûyerê.