Erdogan û Rohanî li pişt deriyekî girtî civiyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ofîsa Netewên Yekbûyî li Amerîka bi serokomarê Îranê Hesen Rohanî re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ofîsa Netewên Yekbûyî li Amerîka bi serokomarê Îranê Hesen Rohanî re civiya.

Civîna her du serokan di çarçoveya civîna Komela Giştî ya Netewên Yekbûyî bi rê ve çû, lê heta niha ti zanyariyek derbarê naveroka civîna her du serokan nehatine belavkirin.

Piştî guhartina helwesta Tirkiyê derbarê Sûriyê de, bi taybet rola Serokê Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê, ev civîn wek yekem civîna berpirên Tirkiyê û Îranê di vê aste bilind de tê kirin.

Serokomarên Tirkiye û Îranê bo beşdarbûna di civîna Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New York in.

Civîna Erdogan û Rohan li pişt deriyekî girtî û dûrî çavên medyayê bi rê ve çû û nêzîkî 40 xuleyan ber xwe da.