Bi serokatiya Barzanî Şanda Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Biryar e sibe şandeke pilebilind ji aliyên siyasî bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serdana Bexdayê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibe şandeke pilebilind ji aliyên siyasî bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serdana Bexdayê bikin.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, hejmarek ji serkirdên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dikin, operesyona kontrolkirina Mûsilê û pirsa serxwebûna Kurdistanê jî babetên sereke yên civînên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê ne.

Derbarê beşdariya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di wê serdanê de, wî jêderî got: “Her yek ji Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn, Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd, Berpirsê Desteya Kargîrî ya Pîlotbîroya YNKê Mele Bextiyar û Sekreterê Pîlotbîroya PDKê Fazil Mîranî bi şanda Serokê Herêma Kurdistanê re beşdarî guftûyan dibin.”