Li Qamişlo teqînek rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, teqînek li kolana Siyahî ya Qamişlo rû da.
Peyamnêrê K24ê got jî, bombeyeke dengî li kolana Siyahî li pêş gulistana Siyahî hate teqandin, li gor zanyariyên destpêkê 2 kes bi sivikî birîndar bûne, herwiha otombîlên li nêzîkî cihê bûyerê ziyan dîtine.