Demîrtaş: Serdana me ji Barzanî re gelek serkeftî derbas bûye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demîrtaş ragihand, Hevdîtinên wî ya digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de gelek serkeftî derbas bûye. Demîrtaş hêvî kir ku di demên pêş de geşedanên girîng û nû çê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahatîn Demîrtaş ragihand, Hevdîtinên wî ya digel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de gelek serkeftî derbas bûye. Demîrtaş hêvî kir ku di demên pêş de geşedanên girîng û nû çê bibin.

Demîrtaş ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî û got, armanca serdana wî ne destpêkirina pêvajoya aştiyê bû. Armanca wî yekîtiya Kurdan bû û ger Kurd piştevanê hev bin, dê ev yek bandorek erenî li ser destpêkirina pêvajoya aştiyê jî bike.

Demîrtaş serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê bi serkeftî binav kir û got, bo dubare destpêkirina danûstandinan di navbera aliyên Kurdistanê û nehêştina nakokî û pirsgirêkan, rola me hebûye û tê çaverêkirin ku di rojên pêş de dê pêşketinên berçav çê bibin, lê çareserkirina nakokiyan ne tiştekî asan e, lê bi çi awayekî be nakokiyan çareser dikin. Herwiha ew ne tenê erk û karê HDPê ye, pêwîst e aliyên Kurdî yê Herêma Kurdistanê di navbera xwe de biryarê bidin û pirsgirêkan çareser bikin.

Demîrtaş herwiha got, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ji serdana wî nerazî bûye û yekîtiya Kurdan naxwaze. Lewma piştî serdana wan, AK-Partî jî şandeyekê dişîne Herêma Kurdistanê.

Hefteya borî şandeyeke HDPê bi serokatiya Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û digel Barzanî û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya bû.