Amerîka:Pêwendiyên me ligel Serokê Herêmê ji nêzîk ve ne
K24-Navenda Nûçeyan
Çîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner ragehand ku, pêwendiyên wan ligel ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji nêzîk ve ne û başin.
Derbarê pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, pêwendiyên welatê wî ligel berpirsên Herêma Kurdistanê hene û da zanîn ku, pêwendiyên wan ji nêzîk ve jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne.
Berpirsê Amerîkî aşkere kir ku, pêşmerge dê beşdariyê di operasyona Mûsilê de bikin, tekez kir ku, wan ligel Serokê Herêmê ew babet gotûbêjkirine, herwiha pirsa pêşwaziya penaberan dema destpêkirina şerê Mûsil jî hatiye behskirin.