Barzanî: Divê rêkeftina siyasî derbarê birêvebirina Mûsilê de hebe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, bo proseya kontrolkirina Mûsilê, Fermandariya Pêşmerge ligel fermandeyên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di guftûgoyê de berdewam in.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya pêşwazîkirina li Balyozê Brîtanya li Tirkiyê Richard Mor, Barzanî ragihand ku, dive rêkeftineke siyasî derbarê birêvebirina Mûsilê de hebe û  got: “Ti gûman tune ye ku li dawiyê teroristên DAIŞê li Iraqê têk neşikin, lê girîng e kar bo avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên Iraqê de.”

Di hevdîtinê de, her du aliyan dawî rewşa siyasî û leşkerî li Iraq û Rojhilata Navîn guftûgo kirin. Herwiha tekezî li ser hilmet û pêngavên têkşikandina DAIŞ kirin, ku bo rizgarkirina Mûsilê hevahengî di navbera Fermandariya Pêşmerge ligel fermandarên leşkerî yên Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de berdewam bin.