Ebadî: Girtina navenda Geyara bo têkçûna DAIŞê girîng e

Serokwezîrê Iraqî radigihîne ku, navenda Geyara ya leşkerî li başûrê Mûsilê hat kontolkirin, ew yek jî gaveke girîng e bo kontrolakirina Mûsilê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqî radigihîne ku, navenda Geyara ya leşkerî li başûrê Mûsilê hat kontolkirin, ew yek jî gaveke girîng e bo kontrolakirina Mûsilê.

Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de aşkere kir ku, rizgarkirina Navenda Leşkerî ya Geyare gaveke girîng e û dê bibe navendeke bo rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê DAIŞê.

Duh artêşa Iraqê kontrolkirina navenda Geyara ya leşkerî (60 k.m li başûrê Mûsilê) ragihand, Serokwezîrê Iraqê jî aşkere dike, ew navend xaleke girîng e bo jinavbirin û bidawîanîna DAIŞê li parîzgeha Neynawê.

Ebadî ragihandibû ku, dê Mûsil bi dawiya îsal re ji destê DAIŞê bê rizgarkirin.