Cawuşoglu: Krîza Sûriyê bi beşdariya Esed çareser nabe
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Cawuşoglu ragihand, krîza Sûriyê bi beşdariya hikûmeta Beşar Esed çareser nabe.
Di hevdîtinekê ligel kenala “Russia24” Cawuşoglu ragihand, Enqere û Moskoyê ve li ser bijardeya siyasî li Sûriyê lihev dikin, ne ya leşkerî. Cawuşoglu tekez kir jî ku hin nakokî jî derbarê çarenivîsa Esed û hin pirsên din jî bi Rûsyayê re hene.
Cawuşoglu aşkere kir, Tirkiye û Rûsya tîmên dîplomasî, leşkerî û îstixbaratî yên hevbeş derbarê Sûriye, navçeyê û pirsên leşkerî de ava kirine, bo bi hev rê lêkolînê bikin.
Herwiha Cawuşoglu derbarê bajarê Helebê de diyar kir, ku hin nakokî derbarê binavkirina terrorist û miyanrewan li Helebê.
Herwiha derbarê operesyona rizgarkirina Reqayê de jî, Cawuşoglu ragihand ku, ti plana Tirkiyê ya bi taybet tune ye, ku dest bi operesyona Reqayê bike.