Hatina penaberan bo Herêma Kurdistanê berdewam e

Du kampên nû hatine avakirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Rizgarkirina bajarê Mûsilê gelek welatî ji wî bajarî ji çekdarên DAIŞê direvin û ber bi Herêma Kurdistanê ve tên, du kamên din bi navê Hesen Şam û Xazir hatin pêkanîn, ew kamp ji 21 hezar pêk tên û ji hemû pêkhateyan e.

Peyamnêrê K24ê Zerdeşt Hemê navçeya Hesen Şam ragehandin ku, hatina penaberan ji bajarê Mûsil û derdora wê bo Herêma Kurdistanê berdewam e, da zanîn ku, kampa Hesen Şan yek ji wan kampên nû hatine avakirin, tê de 10 hezar penaber li xwe digre.

Herweha peyamnêrê jiyana penaberan û rewşa wan ji aliyê penaberan veguhezt, da zanîn ku, tenê Dezgeha Xêrxwezaiya Barzanî alîkariya penaberan dike û yek Kiwêtî.