Nijadperest êrîşî ser Nadya Murad dikin

Nadya Murad, keça Kurd ya Êzidî, Balyoza Niyazpakiyê ya NY, wergira xelata Saxarov û berbijêra xelata Nobilê, ji aliyê nijadperestan ve dikeve ber êrîşekê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nadya Murad, keça Kurd ya Êzidî, Balyoza Niyazpakiyê ya NY, wergira xelata Saxarov û berbijêra xelata Nobilê, ji aliyê nijadperestan ve dikeve ber êrîşekê.

Nadya Murad li ser hejmara xwe ya “Twitter” nivîsiye: “Îro li firokxaneya Amsterdamê bi Rêveberê “Yazda Org” re, êrîşek li me hate kirin, lê bi awayekî cuda me danûstandin bi wî nijadperestî re kir.”

Di komênteke din de Murad dibêje: “Ji ber rengê çermê me, em 45 xulekan li firokxaneyê bo lêpirsîneke ne pêwîst, hatin rawestandin.”

Murad dibêje: “Nabe bi nijadperestî rûbirûyî nijadperestiyê bibin. Terrorist bi çavê na mirovane li me dinêrin, lê em azad in û nabe ji ber rengê çerm, ol û nijadê dadwerî li me bê kirin.”

Nadya Murad piştî ku ji şerê DAIŞê rizgar bû, dest bi kampînekê bo bidestxistina piştgîriya navdewletî bo keç û jinên Kurd ên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve revandî, kir û ji aliyê gelek welatên cîhanê ve hat pêşwazîkirin.

Nadya Murad ji ber karê xwe ve bû Balyoza Niyazpakiyê ya NY û berbijêra xelata Nobilê jî û bi hevbeşî bi Lemya Hacî Beşar xelata Saxarov ya azadiya ramanê ji Yekîtiya Ewropayê wergirt.