Brîtanya daxwaza rawestandina şerê li Helebê dike

Brîtanya careke din daxwaza rawestandina şer li bajarê Helebê kir, ku karesateke mirovî rû dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya careke din daxwaza rawestandina şer li bajarê Helebê kir, ku karesateke mirovî rû dide.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Borîs Johnsin ragehand, ew daxwazê ji her aliyekî xwedî bandor li ser rêjîma Sûriyê dikin û bi taybet Rûsya û Îran, ku her karekî encam bidin ji bo rawestandina şerê tund li taxên rojhlatê bajarê Helebê û proseya mirovî ya Netewên Yekgirtî were cibicîkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Derva ya Brîtanyayê daxuyaniya Johnson belav kir û diyar kir, ji ber ku berdewamiya şer egera encamdana karesateke mirovî dide, ji bo vê yekê dibe ku tundûtû jî li Helebê di zûtirîn dem de were rawestandin û alîkariyên mirovî derbasî navçeyê bibin.

Ev yek di demekê de ye ku, taxên rojhilatê Helebê ev demeke dirêj e ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê ve êrîşan encam didin û ta niha rêjîmê çend dever vegerandin bin destê xwe.

Artêşa Sûriyê di êrîşên xwe yên di dawî yê li taxên rojhilatê Helebê karî bi pêş ve biçin, ku pêr taxa Mesakin Henano û îro jî taxa El-Saxûr kontirol kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragehand ku, di hundirê du rojan de 10 hezar sivîl ji taxên rojhelatê Helebê reviyan e, ji wan 6 hezar ber bi taxa Şêx Meqsûd a di bin kontrola YPGê ve çûne.