Lavrov: Çekdarên ji Helebê dernakevin terorîst in

Lavrov da zanîn ku, welatê wî ligel Amerîkayê dê sibe roja Sêşembê derbarê vekşandina opozîsyonê dest bi danûstandinan bikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragehand ku, ew dikarin ligel Amerîkayê derbarê vekşandina çekdarên opozîsyonê ji rojhelatê Helebê rêkbikevin, da zanîn ku, kesên ku, derketinê ji wî bajarî redbikin ewê wan weke terorîst bibînin.

Derbarê vê yekê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, her dema ew ligel Amerîkayê derbarê derketina çekdarên Opozîsyona Sûriyê bigehin rêkeftinekê ewê ku, naxwazin derkevin wê wan weke terorîst bibînin.

Laverov da zanîn ku, welatê wî ligel Amerîkayê dê sibe roja Sêşembê derbarê vekşandina opozîsyonê dest bi danûstandinan bikin.

Herwiha Lavrov tekez kir ku, wan îro bo danûstandina xwe amadekir bûn, lê Amerîkayê ew danûstandin li paşxist, lê tê çaverêkirin ku, sibe yan jî roja Çarşembê çawaniya derketina çekdarên opozîsyonê ligel Amerîka destpêbike.