Xalid Ezîz: Parastina asayişa Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizanin

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê Xalid Ezîzî ragihand, parastina asayişa Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizanin û di vê derbarê de hest bi berpirsatiyê dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê Xalid Ezîzî ragihand, parastina asayişa Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dizanin û di vê derbarê de hest bi berpirsatiyê dikin.

Sekreterê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî di civîna nûnerên aliyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê ku li baregaha Deftera Siyasî ya HDKê ya li Koyê birêve diçe de ragihand, tiştî ku îro dibe, du peyamnên girîng in, yê yekem derbirîna hevderdî ligel xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye. Yê duyem jî em hemû li hember parastina ewlehî û asayişa Herêma Kurdistanê berpirsyar in.

Di şeva 20 Berçele de, Şeva Yelda ku dirêjtirîn şeva salê ye û salvegera jidayikbûna Sekreterê Giştî yê berê yê HDKê Dr. Ebdilrehman Qasimlo ye, li Koyê du bombeyên çandî li pêş avahiya Polîtbîroya Siyasî ya PDKê teqiyan û di encamê de 5 endamên HDKê û 2 karmendên asayîşê şehîd bûn.

HDK di duyemîn daxuyaniyên xwe de derbarê wan teqînan de, komara Îslamî ya Îranê tuhmetbar kir, ku li pişt wan teqînan bûn, bê ku di daxuyaniya yekem de ti kesî yan aliyî tuhmetbar bike.

Lê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ku ji HDKê cuda bûye, di yekem helwesta xwe de tiliya tuhmetê berve Îranê dirêj kir.

Endamê Komîta Navendî ya HDKê Îbrahîm Zêweyî ji K24ê re ragihand, îro HDKê nûnerên tevahiya partiyên siyasî vexwandiye, bo belgeyan ji wan re nîşan bide, ku teqînên di Şeva Yelda de rû dane, destê Îranê tê de bûye.