Operasyona Tilkêfê dest pê kir

Operasyona Kontrolkirina qezaya Tilkêfê li bakurê Mûsilê ji 2 eniyan ve dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Operasyona Kontrolkirina qezaya Tilkêfê li bakurê Mûsilê ji 2 eniyan ve dest pê kir.

Peyamnêrê K24ê ragihand, hêzên Iraqî îro danê sibê ji 2 eniyan ve êrîşî ser navenda qezaya Tilkêfê kirin. Ev yek piştî ku hêzên Pêşmerge bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê re navçeyên derdora wê rizgar kirin bûn rê li pêş artêşa Iraqê li bakurê Mûsilê vekiribû.

Hêzên Iraqî di dema çûna nava qezayê, otombîlekî bombebarkirî yên DAIŞê teqandin. Firokeyên Iraqî beşdarî vê operasyonê bûne.

Operasyona kontrolkirina qezaya Tilkêfê piştî rojekê ji kontrolkirina tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê tê.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ferîq Rukin Talib Şixatî duh di konferanseke rojnamegerî de ragihand, zêdetir ji 3 hezar û 300 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Mûsilê hatin kuştin û 300 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê hatine pûçkirin.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17 Cotmeha borî bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurdistanî dest pê kir, ku hêza Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê rizgarkirin, Dijeterora Iraqê jî kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.