Asayişa Rojava rê nade xelk pêşwaziya şehîdê Pêşmerge bike

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê hemû riyên diçin deriyê sînorî ya di navbera Rojava û Başûrî Kurdistanê girtine û rê nadin xelkê Rojavayê Kurdistanê pêşwaziya çenazeya şehîdê Pêşmerge bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Duh Pêşmergeyê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Emîn Silo bi guleyeke nîşanvanekî DAIŞê li eniya Askî Mûsil şehîd bûbû, îro jî bi merasîmekê cenazeya wî ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê berve Rojavayê Kurdistanê birê ket.

Çalakvanên ji bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihand, hêzên ser bi Rêvaberiya Xweser hemû rêbendên xwe tund kirine û rê nadin ku cemawerê Rojava biçin deriyê Sêmalka, bo pêşwaziyê li cenazeyê şehîdê Pêşmerge Mihemend Emîn silo bikin.

Ev na cara yekem e ku hêzên ser bi Rêveberiya Xweser rêgiriyê li cenazeyên şehîdên Pêşmergeyên Rojava dikin, ku di 15 Tîrmeha 2016an de rêgirî li pêşwazîkirina cenazeyê şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî kirin, piştre jî hejmareke mezin ji alîgir, endam û serkirdeyên ENKSê hatin binçavkirin.