Idlib.. 100 kes bi çekê kîmawî hatin kuştin

Nêzîkî 100 kesên sivîl di encama bombebarana bi çekên kîmaw li devera Xan Şêxon ya parêzgeha dilbê hatine kuştin.

K24 – Navneda Nûçeyan

Nêzîkî 100 kesên sivîl di encama bombebarana bi çekên kîmaw li devera Xan Şêxon ya parêzgeha dilbê hatine kuştin.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Idlibê xuyakirin, îro danê sibê firokeyên şer gundê Xan Şêxonê bombebaran kirin, di encamê de nêzîkî 100 kesan bi gaza kîmawî canê xwe jidest dan, ji nava wan gelek zarok û jin hene. Herwiha bi dehan jî tûşî binhtengiyê bûn.

 

Rêveberiya Tenduristiyê ya Idlibê da xuyakirin, ku qurbanî bi ji encama gaza kîmawî canê xwe jidest dane û hejmara pêşbîn e hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Li gor çalakvanên Xan Şêxonê jî, heta niha tîmên hewarçûnê mijûlî veguhestina xelkê ji bo nexweşxaneyan in.

Îtîlafa opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de rêjîma Sûriyê bi encmdana wê komkujiyê tawanbar kir û daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ku bi erkên xwe li hember vê komkujiyê rabe.

Ev ne yekem car e ku rêjîma Sûriyê çekê kîmawî li dijî xelkê sivîl bikar tîne, 21 Tebaxê li Xoteya Şamê bikar anîbû, di encamê de bi dehan xelkê sivîl canê xwe jidest dabûn.