Gedikli: Em dê zêdetir zerarê bidin aboriya Almanya
K24 – Navenda Nûçeyan
Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Bulent Gedikli diyarkir ku, “Almanya nikare gefan li aboriya Tirkiyê bike, vê yekê piştî hilbijartinên Almanyayê dê baştir fam bike. Ger tê negihe, herî kêm biqasî Tirkiye, heta ji Tirkiye zêdetir dê zerar bigihe aboriya wê”.
Ligor Gedikli Almanya bi helwêst û rojevên nerast dixwaze zerarê bide aboriya Tirkiyê û ew van gefên Almanya dê pûç derxin.
Ligor pîspor û şîrovevanên aborî, bi vê daxûyaniya xwe Gedikli dixwaze bibêje ku, di destê Tirkiyê de jî derfet hene ku zerarê bide aboriya Almanya. Ew jî Tirkên ku li Almanya dijin e.