Nivîsgeha Komisyona Bilind a Hilbijartinan li Kerkûkê hate vekirin

Wek amadekarî bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro nivîsgeha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Kerkûkê hate vekirin
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Wek amadekarî bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro nivîsgeha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Kerkûkê hate vekirin û hevdem ligel bajarên Kurdistanê, bangeşeya referandûmê jî li Kerkûkê dest pê kir.

Birêvebirê Nivîsgeha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê Elî Şiwanî ji K24ê re ragihand, li gor fermana Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê, îro wan dest bi amadekariyên prosya referandûma serxwebûna Kurdistanê kirine.

Elî Şiwanî amaje bi wê kir jî, binkeyên dengdanê li hemû ew binkeyên ku berê hihbijartin lê hatine kirin, dê bêne vekirin, li Kerkûkê 43 binkeyên tomarkirina navan hene, jê 8 li navçeyên hîn di bin kontrola DAIŞê de û 2 binke jî li navçeyên şer in.

Elî Şiwan da zanîn, li Kerkûkê tu hevahengiyek di navbera Komisyona Bilind a Iraqê û Komisyona Hilbijartinê a Herêma Kurdistanê de nîn e û ezmûna wan heye, ku Karin hemû amadekariyan bikin, lê ji bo wan dibe ku kêmbûna demê, pirsgirêk be.

Birêvebirê Nivîsgeha Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Kerkûkê amaje bang li xelkê Kerkûkê kir ku, bangeşeya referandûmê bi fermî li Kerkûkê dest pê kir û hêvî xwast ku wek çawa xelkê Kerkûkê di xebatê de pêşeng bûne, di vê erkê niştimanî de bên navên xwe tomar bikin û beşdariyê di proseya dengdanê de bikin.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê roja 29 Tîrmehê bi fermî biryar da, Kerkûk beşdarî proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê dibe.