NY daxwaza rawestandina kuştina kolberên Kurd dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Raportera taybet ya Netewên Yekgirtî daxwaz ji Îranê dike, êdî kuştina kolberên Kurd li Îranê rawstîne.

Raportera taybet ya Netewên Yekgirtî bo pirsên mafên mirovan li Îranê Asma Cihangîr di raportekê de dibêje: “Desthilatdarên Îranê di binpêkirina mafên netewan de berdewam in û tenê di pênc mehên destpêkê yên sala 2017an de, zêdetir ji 30 kolberên Kurd bi guleyên rasterast yên hêzên ewlehiya Îranê hatine kuştin û 90 kolberên din jî birîndar bûne.”

Asma Cihangîr di beşeke din ya raportê de daxwaz ji Îranê dike, kuştina kolberên Kurd rabigire û dawî li zîndanîkirin û eşkencekirina netewên Îranê bîne.

Ji aliyekî din ve, îro li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanek li dijî kuştina kolberan hatibû organîzekirin, lê rastî êrişa hêzên ewlehiyê yên Îranê hat û komek kes birîndar bûn.  

herwiha çalakivanên bajarên Pîranşar, Serdeşt û Merîwanê jî piştevaniya xwe bo hêrsa Baneiyan nîşan dan û ragihandin, dê sibê li bajarên xwe li dijî kuştina kolberan xwepêşandan bikin.