Parêzgarê Kerkûkê: Biryarên Selîm Cibûrî û Ebadî li ser me nameşin
K24- Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm di karvedana xwe de li ser biryarên Perlemana Iraqê derbarê şandina artêşa Iraqê ji bo parêzgeha Kerkûkê ragihand: "Em nakevin bin desthelata serokwezîr Heyder Ebadî û serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî de û em rê nadin ti hêzekê bêyî razîbûna komîta emnî derbasî Kerkûkê bibe."
Daxuyaniyên parêzgarê Kerkûkê piştî wê yekê hat, ku Perlemana Iraqê daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir, ku artêşa Iraqê vegerîne Kerkûkê.