Erdogan Aydin: Helwêsta Tirkiye bêvizyoniyê nîşan dide

Bi boçûna Erdogan Aydin helwesta Tirkiyê ya derbarê Kerkûkê de bi siyaseta navxweyî ve têkîldar e, ku li ser bingeha Tirkperestî û mezhebî gav tên avêtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê di şûna hevkarê xwe yê stratejîk Kurdistanê de ji bo çi piştevaniya Iraqê kir û rê da hêzên Heşdî Şabî ku Kerkûkê dagir bikin? Li gorî nivîskar Erdogan Aydin, Tirkiyê xetayeke mezin kiriye û di derbarê Kerkûkê de di binhêşîna siyaseta Tirkiyê de şikestineke aqlî pêk hatiye.

Ligel ku gelek rojnameger û nivîskaran hişyarî dan jî, Tirkiyê rengê xwe yê di êrîşa li dij Kerkûkê de li rex Iraqê destnîşan kir ku digel Heşdî Şebiyan tevdigere û ev tevger jî ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin. Gelo çi berjewendiya Tirkiyê di dagirkirina Kerkûkê de heye ku berî niha Heşdî Şebî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Erdogan ve wek rêxistina terorî hatibû ragihandin? Li gorî dîroknas û niviskar Erdogan Aydin ev yek dide nîşan ku ji Kurdan bêhtir Heşdî Şebî wek hêzeke nêzîktir tê dîtin. Rewşeke gelekî dramatîk e ji aliyê wê polîtîkaya Tirkiyê ya ku qonaxa niha lê ye. Polîtîkaya derve ya Tirkiyê hatiye noqteyeke wisa ku tê gotin "aman gidî bila ne Kurd bin, di şûna wan de bila Heşdî Şebî bin.

 Erdogan Aydin - Dîroknas û Nivîskar, ji Kurdistan24 re diyarkir:

 "Ev nêzîktêdayîna ku rê daye hukimraniya li herêmê ya wê hêza ku ji serdema Sefeviyan heta niha wek dijmin hatiye ragihandin, hem ji aliyê siyasî hem jî mezhebî ve, şikestina aqil e û bêvîzyonî ye ku li ser bingeha 'her çi dibe bila bibe lê tu car bila Kurd nebin dewlet û sazîbûn' hatiye danîn."

 Bi boçûna Erdogan Aydin helwesta Tirkiyê ya derbarê Kerkûkê de bi siyaseta navxweyî ve têkîldar e ku li ser bingeha Tirkperestî û mezhebî gav tên avêtin û ew gav jî ji nêzîk ve bi hilbijartinên di sala 2019an ve girêdayîne. Nivîskar Erdogan dibêje; Berewajî vê yekê nimûneyek nîn e ku vê şikestina aqlî ya siyaseta Tirkiyê rave bike.

 Erdogan Aydin - Dîroknas û Nivîskar, herweha anî ziman:

 "Bi hêzbûna Heşdî Şebî û Îranê li herêmê wê ji bo Tirkiyê jî bibe kêşeyeke mezin û rewşeke metirsîdar. Ger hindekî aqil hebûna li rex Tirkiyê wê ew pêwendiya ku ev serê 6-7 sal in girêdabû bi Barzanî re wê têknebira. Lê ew faqtorên navxweyî dike ku Tirkiye bê vîzyon bimîne di polîtîka û stratejiya derve ya temen dirêj de."

 Herwiha nivîskar û dîroknas Erdogan Aydın da zanîn, tê armanckirin ku Kurdan bê desthilat bihêlin. Lê dema di serî de li Iraqê û bi şûnde jî li Sûriyê ger dewleteke Kurdan bihata damezrandin wê li Rojhilata Navîn destê Tirkiyê bihêztir bibûna, bi wê hevkariya stratejîk ya bi Kurdan re. Aydin diyar kir diviyabû Tirkiyê pêwendiyên xwe yên bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re neaniya vê qonaxê, ji îro bişûnde serdestiya Heşdî Şebî û ya Îranê wê berjewendiyên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn têk bibe û di pêş de jî wê hebûna Tirkiyê ya li herêmê asteng bikin.