Hinartina petrola Kerkûkê asayî dibe

Li gor ajansa Reutersê, di 24 demjimêrên bê de, hinartina petrola Kerkûkê asayî dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor ajansa Reutersê, di 24 demjimêrên bê de, hinartina petrola Kerkûkê asayî dibe.

Berpirsên Iraqî ragihand, hinartina petrola Kerkûkê 350 hezar bermîl kêm kiribûn, ji ber rawestandina kar li 6 westgehên hinardekirina petrolê, lê di 24 demjimêrên bê de hinartina petrolê li kêlgehên Bay Hesen û Havana asayî dibe û ti pirsgirêk nabin.

Ji ber bûyerên vê dawiyê yên Kerkûkê, hinartina petrolê ji 600 hezar bermîl petrol daket 225 hezar bermîl, bi vê yekê jî nirxê petrolê li bazarê berve bilindbûnê bû.