Rûsya û Fransa tekeziyê li ser agirbesta Xûteyê dikin

NY: Tevî ku agirbesta Rûsî ketiye warê bicîkirinê de, lê şer hîn berdewam e û di rewşa şer de, dezgehên me nikarin alîkariyan derbas bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian li Mosko li gel hevpostê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov civiya û derbarê biryara agirbesta li Sûryê kongirekî rojnamevanî lidar xistin.

Di wî kongirî de, wezîrê derve yê Fransa tekez kir, ku pêwîst e riya derbaskirina alîkariyan ji bo xelkê Xûta Rojhilat bê vekirin û rê li ber sivîlan û bi taybet zarok û jin û birîndaran bê vekirin ku ji cihê şer derkevin.

Herwiha wezîrê derveyê Fransa hişyariya wê yekê da, ku cenga Sûryê berifreh bibe û li herêmê tevî belav bibe û got: Tenê Rûsya kare fişarê li Hikûmeta Sûryê bike daku biryara Encûmena Ewlehya cîhanî ya derbarê agirbestê bicî bike.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov got: "Divê ketîbeyên opozisyonê pabendî agirbestê bin, lê niha ew ketîbe Şamê topbaran dikin û hêzên Hikûmetê jî bersiva wan didin".

Lavrov diyar kir, ku agirbesta 5 demjimêran ya ku Rûsya pêşinyar kir û niha ketiye warê bicîkirinê de, armanca wê vekirina korîdoran e ji bo sivîl ji cihên şer bên derxistin.

Li ser vê mijarê jî, rêxistinên hewarçûnê yên ser bi Netewên Yekgirtî ve, ragihandin ku bêtirî 1000 kesên birîndar di Xûteya Rojhilatê de mane û heya niha jî ti nîşanek tine ye ku riya derketinê li ber wan hatiye vekirin.  

Ji aliyê xwe ve, jêderên xwecihî ji nav Xûta Rojhilat tekez kirin, piştî ku agirbesta Rûsî ya 5 demjimêran ket warê bicîkirinê de, kopterên Hikûmetê bermîlên teqîner bi ser Xûteyê de avêtin û di encamê de, 2 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan.

Girêdayî heman pirsê, Netewên Yekgirtî ragihand, tevî ku agirbesta Rûsî ketiye warê bicîkirinê de, lê şer hîn berdewam e û di rewşa şer de, dezgehên me nikarin ti hevkariyê bikin û nikarin alîkariyan derbasî Xûteyê bikin.

N.O