NY: Li Efrînê agirbest tê binpêkirin

Netewên Yekbûyî bang li aliyan kir, li Sûriyê pabendî biryara agirbestê bin û got, ji Efrînê raportên binpêkirina biryarê û kuştina sivîlan digihên wan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî bang li aliyan kir, li Sûriyê pabendî biryara agirbestê bin û got, ji Efrînê raportên binpêkirina biryarê û kuştina sivîlan digihin wan.

Rêveberê Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî Panos Moumtzis da xuyakirin, hefteyek bi ser biryara agirbesta Netewên Yekbûyî re derbas bûye, lê hîn jî agirbest li Sûriyê nehatiye bicîhkirin û gûmanên wan derbarê parastina bi mîlyonan sivîlan de berdewam dikin.

Da zanîn, krîza mirovî li Xûta û Îdlibê bênavber berdewam dike û li gor raportan, Tirkiye li Efrînê yasayan binpê dike û got, heta ku şer û pevçûn berdewam bikin, ew nikarin alîkariya mirovî bigihînin deverên alozî lê hene.

Di wê derbarê de îro Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê Encêla Reşo ragihandibû, tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya agirbestê, lê artêşa Tirkiyê bi hemû çekên giran êrîşî ser Efrînê dike û ji destpêka ragihandina agirbestê ve 33 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Encûmena Asayîşa Navdewletî, bi armanca gihandina alîkariya mirovî û derxistina birîndar û nexweşan di roja 24ê Sibatê de biryara agirbestê ji bo 30 rojî li seranserî Sûriyê girtibû.

Lê Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag ragihand, biryara agirbestê operasyona li dijî Efrînê lixwe nagire.

 

S. B