Ji ber tundiya êrîşên Tirkiyê xelkê Efrînê koçber dibin

Navçeyan Cindirêsê ya Efrînê ku ji destpêk êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser wê herêmê ve rastî girantirîn êrîşên topxane û firokeyên şer tê, hejmarek mezin ji welatiyên wê navçeyê neçar dibin zarokên xwe ji wan êrîşan biparêzin û koçberî navenda Efrînê bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Efrîn

Navçeyan Cindirêsê ya Efrînê ku ji destpêk êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser wê herêmê ve rastî girantirîn êrîşên topxane û firokeyên şer tê, hejmarek mezin ji welatiyên wê navçeyê neçar dibin zarokên xwe ji wan êrîşan biparêzin û koçberî navenda Efrînê bibin.

Welatiyê ji gundê Feqîra yê ser bi Cindirêsê ve Ebdilmenan ji K24ê re wiha axivî: “Îro Efrîn û ji ber êrîşên zalim ên Erdogan, malbetên ku zarokên wan yên biçûk hene ji gundên sînorî derdikevin. ew ne ji şer direvin lê ew xwe didin aliyekî û ew li aliyê şervanan radiwestin. Em şer naxwazin, lê heger hat ber serî, li ser serî.”

Gundî kelûpelên sivik û pêwîst ji bo pêdviyên jiyana wan û ji bo ku ji aliyê çekdarên ku bi artêşa Tirkiyê re êrîş dikin neyin talankirin û dizîn, bi xwe ji malên xwe derdixin û dibin.

Henîfe ku ji bajarokê Cindirêsê û neçar e ji bajarê xwe derkeve ji K24ê re dibêje: “Em kelûpelên xwe bi xwe re dibin, ji ber ku heger çekdar derbasî gundan bûn, tiştekî nahêlin. Herwiha em neçar in pêwîstiyên sereke ên jiyanê bi xwe re bibin. Cindirês wêran kirine.. Ez nizanim çi bibêjim.”

Li gor amarên ne fermî, welatiyên ji gund û bajarên xwe derketine gihîştiye 150 hezar welatî, ku piraniya wan berên xwe dane navenda bajarê Efrînê û di mercên pir zehmet de dijîn.