NY daxwaza destpêkirina lêkolînê derbarê êrîşên li ser Idlibê dike

Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihandibû, ku Rûsya êrîşî bajarokê Zerdena yê parêzgeha Idlibê kiriye, lê wezareta berevaniya Rûsya ew tomet red kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniyekê de sikiretêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres, daxwaza destpêkirina lêkolîneke giştî derbarê êrîşa vê dawiyê ya li ser bajarokê Zerdena yê parêzgeha Idlibê kir, ku di encamê de 45 kesên sivîl hatin kuştin.

Di daxuyaniya xwe de, Guterres ji welatên ku gerentiya navçeyên kêmkirina şer dikin, xwestiye ku pêbendî sozên xwe bin, ji ber ku Idlib jî navçeyeke ji navçeyên kêmkirina şer, ku li Astanayê rêketin li ser hat kirin.

Berî niha Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihandibû, ku Rûsya êrîşî bajarokê Zerdena yê parêzgeha Idlibê kiriye, lê wezareta berevaniya Rûsya ew tomet red kir.

N.O