Welatekî din deriyên xwe li pêş koçberên Sûrî digire

Serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz radigihîne, di bin ti rewşekê de, welatê wî koçberên din wernagire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz radigihîne, di bin ti rewşekê de, welatê wî koçberên din wernagire.

Li gor nûçeya ajansa “Bloomberg” Serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz di konferanseke rojnamevanî de ragihandiye, Urdin nikare koçberên din werbigire û divê çareseriya siyasî ji bo Sûriyê were dîtin.

Ji aliyekî din ve, Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsî, sînorê me girtî dimîne û divê Netewên Yekgirtî wan koçberan li nava welatê wan biparêze.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, nêzîkî yek milyon û 300 hezar koçberên Sûrî çûna Urdinê. Ji ber operasyonên artêşa Sûriyê li ser parêzgeha Der'ayê tê çaverêkirin dora 45 hezar Sûriyên din jî koçberî Urdinê bibin.

Ev helwestê nû yê Urdinê hevdem e bi hewla welatên Ewropî ya çareserkirina pirsgirêka penaberan bo Ewropayê ye.

 

S. B