NY: Li Iraq û Sûriyê 20 - 30 hezar çekdarên DAIŞê hene

Li gor raporteke Netewên Yekgirtî li Iraq û Sûriyê hîn jî derdora 20 an 30 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor raporteke Netewên Yekgirtî li Iraq û Sûriyê hîn jî derdora 20 an 30 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hene.

Di raporta de hat diyarkirin, di navbera 3 - 4 hezar çekdarên DAIŞê li Lîbyayê hene û yên çalak jî bo Afganistanê tên veguhastin.

Raportê amaje bi wê kir, çekdarên DAIŞê di hundir xaka Sûriyê de Karin êrîş bikin. li Iraqê jî tevî ti dever di destê wan de nîn e lê wek şanên nivistî li navçeyên beyabana Iraqê hîna çalak in.

Raportê da zanîn jî tevî ku çûna çekdarên biyanî di nava rêzên wê rêxistina terorî, lê hejmarek mezin ber bi Afganistanê çûne. Tê pêşbînîkirin ku ji 3500 – 4500 DAIŞî li Afganistanê bin.

Tîma Çavdêriya Sizayan a ser bi Netewên Yekgirtî ve her 6 mehan raportên xwe ên li ser rêxistinên terorê DAIŞ û Qidê ji Encûmena Asayişa Navdewletî re hildide.

 

S. B