MSD pabendî destûra dahatî ya Sûriyê nabe

Di çarçoveya nîvsandina destûrê Sûriya pêşerojê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dibêje, ji ber ku ew ne beşdar in di nivîsandina destûr de, ew pabendî wê nabin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di çarçoveya nîvsandina destûrê Sûriya pêşerojê de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dibêje, ji ber ku ew ne beşdar in di nivîsandina destûr de, ew pabendî wê nabin. 

Piştî 8 salan ji şer û operasiyonên leşkerî li ser xaka Sûriyê, êdî rewş ber bi qonaxa danîna destûreke nû bo Sûriyeya pêşerojê ve diçe ku hemû aliyên siyasî li ser wê xebatê dikin. Di vê çarçoveyê de, her aliyekî siyasî destûrek bo Sûriyê pêşniyar dike. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) tekeziyê li ser sîstema “Nenavendî” ji Sûriyê re dike û ew xwe pabendî çi pirojeyekê nabîne ku tê de ne beşdar be û li ser vê yekê jî reşenivîsek ji bo destûrê Sûriya pêşerojê amade kiriye.

Endamê Serokatiya MSDê Hikmet Hebîb li ser vê reşnivîsê ji K24ê re got: “Xalên me yên sereke di vê reşnivîsê de ku Sûriye nenavendî û demokratî be, ku krîza Sûriyê bi riya vî destûrî bê çareserkirin. Ta niha jî ti nûnerên me di komîteya nivîsandina destûra Sûriyê yak u Netewên Yekgirtî avakiriye de nîn in, ta vê demê em pê ne pabend in. Lê heger em tê de beşdar bin dê pêşniyara me bo Sûriyayeke nenavendî û demokratîk be.”  

Ji ber cudahiyên mezin ên di projeyên her aliyê ku di kirîza Sûriyê de, şirovekarê siyasî Ferîd Sedûn dibîne ku şêwekirina destûrê di vê demê de, nayê bicih kirin. Nemaze ku ta niha şer li hin deverên Sûriyê dewam dike. Herwiha dide zanîn, tevî beşdarbûna rêjîma Sûriyê di komîteya nîvsandina destûrê de, lê eger ne li gor berjewendiyên wê be, ew pabendî destûrê nabe.

Di kongira Niştimanî ya Sûrî ya ku di 30î Çileya 2018an de bajarê Sochi yê Rûsyayê de birêve çûye, biryara avakirina komîteyekê ji bo nivsandina distûreke nû ji Sûriyê re hate standin. Kmîteya navbûrî nûnerên rêjîma Sûriyê û yên opozisyonê li xwe digre, ENKS jî weke aliyê Kurdî li ser pişka opozîsyonê beşdar e. Di demekê de ku ta niha ne Rêveberiya Xweser ne jî Meclîsa Sûriyeya Demokratîk bo nivîsandina destûr nehatine vexwendin.