Xwepêşanderên Besra Qayimqamiya bajarokê Zubêr dûrpêç kirin

Netewên Yekgirtî dilgiraniya xwe li ser kuştina xwepêşanderên Besra ragihand û ji hikûmeta Iraqê xwest, ku hêzê li dijî xwepêşanderan bikar neyne û kesan tundî li xwepêşanderan kirine siza bide.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî ewlekariya Iraqê ji parêzgeha Besra ragihand, ku îro serê sibehê xwepêşandan li pêşiya avahiya (Pirojeya Ava Besra) li bajarokê Harîse destpê kir.

Heman jêderî diyar kir, ku xwepêşanderan agir li pêşiya Qayimqamiya Zubêr a ser bi parêzgeha Besra ve pêxistin û hêzên ewlekariyê ji bo rê li ber xwepêşanderan bigirin, ew avahî dorpêç kirin.

Ji aliyê xwe ve, Netewên Yekgirtî dilgiraniya xwe li ser kuştina xwepêşanderên Besra ragihand.

Nûnerê sikiretêrê giştî yê Neteweyên Yekgirtî ji bo karûbarên Iraqê (Yan Kubish) di daxuyaniyekê de, daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, ku hêzê li dijî xwepêşanderan bikar neyne û wan kesan siza bide, ku li dijî xwepêşanderan tundî bikar anîne. Herwiha daxwaz kir, ku Hikûmet hemû bizavan bike daku daxwazên xelkê Besra bicî bike.

Şevê din, ji encama çêbûna aloziyan û bikaranîna hêzê li dijî xwepêşandanên xelkê Besra, 6 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

N.O