NY dilgiraniya xwe bo kuştina xwepêşanderan derbirî

Netewên Yekgirtî dilgiraniya xwe ji kuştina xwepêşanderên bajarê Besray derbirî û daxwaz ji parlemantoya Iraqê kir gavên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmeta nû bavêje.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî dilgiraniya xwe ji kuştina xwepêşanderên bajarê Besray derbirî û daxwaz ji parlemantoya Iraqê kir gavên pêwîst ji bo pêkanîna hikûmeta nû bavêje.

Nûnerê Sekreterê Giştê yê NY yê taybet bo Iraqê Jan Kubiş di daxuyaniyekê de daxwaz ji desthilatên Iraqê dike ji bikaranîna hêzên li dijî xwepêşanderan dûr bikeve.

Herwiha daxwaz kir jî, ew kesên ku destên wan di kuştina xwepêşanderan û tundûtûjiyê de hene lêpirsîn û siza bike û parastina mafên mirovan bike.

Nûnerê Sekreterê Giştê yê NY yê taybet bo Iraqê daxwaz kir jî, ku hikûmeta Iraqê hewlên xwe yên zêde ji bo cibicîkirina daxwazên xelkê bike.

Duhî ji encama çêbûna aloziyan û bikaranîna hêzê li dijî xwepêşandanên xelkê Besra, 6 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

 

S. B