Salih: Ez dê yekparçeyiya Iraqê biparêzim

Di yekem gotara xwe de piştî sûndxwarinê, Berhem Salih ragihand, ew dê yekperçiya Iraqê biparêze û dê bibe parêzerê hemû Iraqê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna Civata nûnerên Iraqê de, Xûl a dûyem a hilbijartinan ji bo post a Serokomar birêveçû û namzetê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê Berhem Salih, bi koma dengên 219 parlemantaran wekî Serokomara Iraqê hat hilbijartin.

Ev yek jî piştî vekşandina namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo post a Serokomariya Iraqê Fuad Husên, ku wek nerazîbûnek li hember rêkarên hilbijartina Serokomar vekişiya.

Di yekem gotara xwe de piştî sûndxwarinê, Berhem Salih ragihand, ew dê yekperçiya Iraqê biparêze û dê bibe parêzerê hemû Iraqê. Got jî, ew sê serokê hemû pêkhateyan be, ne tenê serokê yek pêkhateyê.

Hefteya bê jî, dê Parlemana Iraqê ji bo hilbijartina Serokwezîrê nû bicive.

 

 

C.B