HÛDA PAR kongreya xwe girê da û serokekî nû hilbijart

Partiyan Partiya Doza Azad (HÛDA PAR) e ku li Enqera paytexta Tirkiyê bi sêyemîn kongreya xwe ya mezin serokê xwe yê nû diyar kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê piştî Hilbjartinên 24ê Hezîranê partiyên siyasî ji bo hilbijartinên herêmî yên Adara sala 2019an serokatî û rêvebriyên xwe ji nû ve saz dikin. Yek ji van Partiyan Partiya Doza Azad (HÛDA PAR) e ku li Enqera paytexta Tirkiyê bi sêyemîn kongreya xwe ya mezin serokê xwe yê nû diyar kir. Rêvebrên partiyê û serokê nû ragihand ku bi rêvebriyeke nû armaca wan avakirina aştiyeke hevpar, xwedî derketina mafê Kurdan û bi awayekî xurt beşdarîbûna hilbijartinên herêmî ye.

Li Tirkiyê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) ya ku di sala 2012an de hatiye damezirandin û li ser esasê bi awayekî yasayî nasîna nasnameya Kurd û zimanê Kurdî û biratiya ûmmertê siyasetê dike li Enqera paytexta Tirkiyê sêyemîn kongreya xwe ya mezin li darxist. ji bo kongreya HÛDA Par Li Tirkiye û Kurdistanê partiyên siyasî di kongreyê de amade bûn. Tenê partiya sereke ya muxalefeta Tirkiye CHP, HDP û partiya netewperst MHP ji bo kongreyê nehatin vexwandin.

Piştî Serokê HUDA-PARê yê berê Zekeriya Yapicioglu ji serokatiya partiya xwe istîfa kiribû û di hilbijartinên 24ê Hezîranê de ji Amedê bibû namzedê serbixwe ji bo parlementeriyê, di şûna wî weke Wekîl Mehmet Yavuz serokati dikir. Yavuz derbarê Kongreyê de diyar kir ku armanca wan ya sereke e we bi rêveberiya nû li Tirkiyê ji bo aştiyake mayînde taybaetî di nava Kurdan de pêk bînin bixebitin.

Wekîlê serokê HÛDA PARê Mehmet Yavuz ji K24ê re jî wiha axivî: “Em dixawin bi temam rayagiştî ya Tirkiyê jî bi vê bihesin em bawerin aştiyke navxweyî di banvera Kurdan de û hem jî ji o Tirlkiyê wê bicih vere. Em dibêjin a niha pêwistiya herî mezin li Kurdistanê aştiyeke navxweyî di navbeyna Kurdanda çêbibe li ser kîjan dengî bin li ser kîjan rengî bin dixwazin li ser xeta islamî bin dixwazin liser xeta netewî bin.”

Li seranserê Tirkiyê taybetî jî ji bakurê Kurdistanê 779 delege û bi hezaran alîgirên Hûda Parê beşadrî di kongreyê de kirin. Ji bo serokatiya Partiyê Îshak Saxlam tene weke namzed hate nîşandan û piştî hilbijartinê bi piraniya dengên delegeyan bû serokê Hûda Parê yê nû.

Serokê Nû Yê HÛDA PARê Îshak Saxlam ji K24ê re got: “Bi izneha Xwedê di îro şûn de bi piştevaniya gelê xwe emê partiya xwe zêdetir pêşve bibin. Niha li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Piştî vê kongreya xwe demildest em ê dest bi amadekariyên hilbijartinan bikin. Ligel vê yekê di vê heyama pêşiya me de ji bo ku nasnameya kurd û zimanê Kurdî li Tirkiyê bi awayekî yaseyî bê nasîn em ê hewlên xwe bidomînin.”

Partiya Doza Azad ya ku ev 6 sal in li Tirkiyê siyasetê dike bi taybetî li bajarên bakurê Kurdistanê çalek e. Herî dawî di hilbijartinên 24ê Hezîranê ya serokkomariyê de piştevaniya namzedê Ak Partiyê Recep Tayîp Erdogan kiribû, di hilbijartinên parlemnteriyê de jî bi 9 namzedên serbixwe başdarî hilbijartinan bibû û bi rêjeya ji sedî 0,31 ê 159 hezar deng bidest xistibû.