Pispor: Rojhilatê Firatê yek ji mijarên sereke yên Erdogan û Rûhanî ye

Li Tirkiyê yek jî rojeva serek ya germ egera operasyoneke bo ser rojhelatê Çemê Feratê ye. Di vê rojeva germ de Serokomarê Îranê Hesan Rûhanî bi vexwandineke fermî ji bo du rojan tê Tirkiyê û wê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re di warê aborî û bazirganî de çend hevdîtin û rêkeftina îmze bike.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê yek jî rojeva serek ya germ egera operasyoneke bo ser rojhelatê Çemê Feratê ye. Di vê rojeva germ de Serokomarê Îranê Hesan Rûhanî bi vexwandineke fermî ji bo du rojan tê Tirkiyê û wê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan re di warê aborî û bazirganî de çend hevdîtin û rêkeftina îmze bike. Lê belê pisporên Tirkiyê yên ku balê dikşînin ser hatina dema Ruhanî dibêjin ku mijara herî zêde dê bê axaftin Rojhelatê Çemê Feratê ye. Hin pispor dibêjin Tirkiye pêwîst e ji Îranê jî helwesteke erênî bistîne ji bo operasyonê. Hin pispor jî dibêjin beramberî bihêzbûna Amerîkayê ya li Sûriyê, Îran dê piştevaniya Tirkiyê bike bo operasyonê.

Di heyama ku ji aliyê Tirkiyê ve ji bo rojhelatê çemê Feratê amadekariyên operasyonekê tê kirin û her hêzên leşkerî bo ser sînorê Sûriyê têne bicihkirin ji aliyê Îranê ve serdaneke krîtîk bo Tirkiyê tê kirin. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û di çarçoveya Civîna konseya hevkeriya stratejîk ya payebilnd ya Tirkiye û Îranê de ji bo du rojan li Enqerê ye. Her du welatên garantorên Astana, hevkariya xwe ya li Rojhilata Navîn, xurtkirina bazirganî û aboriyê û bi taybetî jî mijara Sûriye dê gotûbêj bikin.

Ev serdana krîtk ya Ruhanî di rojeva pisporên Tirkiyê de ye jî. Li gorî hin pisporan yek jî mijara sereke ya ku dê bê axaftin operasyona bo ser Rojhelatê çemê Feratê ye ji ber ku yek ji aktorê sereke li Sûriyê Îran e.

Pisporê Navenda Lêkolînên Îranê Hakki Uygur li ser vê serdanê ji K24ê re got:" Ev serdana Rûhanî weke serdaneke plankirî bû. Her çiqas mijara sereke ya serdana Ruhanî xurtkirina bazirganiyê be jî bêgûman dê operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojhelatê feratê jî bê axaftin. Ji ber ku Îran li Sûriyê di warê leşkerî de yek jî aktorê bihêz e. Enqere çawa ku bi Washîngton û Moskowayê re dişêvire pêwîste bi Tehranê re jî vê meseleyê biaxave û piştevaniya Îranê bistîne. Herwiha dibe ku Îran di navbera Tirkiye û rejîma Sûriyê re bibe navbeynkar û daxwazên Tirkiyê ji bo Esad ragihîne."

Tirkiye û Îran li herêmê wek du welatên hevrik tên zanîn û heta niha Tehranê derbarê operasyoneke bo ser Rojhelatê Feratê de helwêstek zelal eşkere nekiriye.

Lê belê pispor dibêjin ku ji ber gemaroyên Amerîkayê yên li ser Îranê, Tehran dê ji bo operasyona Çemê feratê daxwazên Tirkiyê qebûl bike ji ber ku naxwaze êdî Amerîka li Sûriyê zêdetir bi bandor be.

Pispora Rojhelata Navîn Dr.Yeşîm Demîr dibêje: "Di navbera Îran û Tirkiyê de pêwendiyên xurt yên bazirganî hene. Ligel vê yekê Îran jî dixwaze rojhelatê çemê Feratê bê çareserkirin û Amerîka ji wê deverê bê derxistin. Ji ber ku hebûna Amerîkayê ya li Sûriyê zêdetir tê wateya dorpêçkirina Îranê. Bi ya min di vê serdana Rûhanî de zêdetir operasyona çemê feratê dê bê axaftin û Îran jî dê piştevaniya xwe ragihîne bo Tirkiyê. Ji ber ku armanca sereke ya Enqere û Tehranê lawazkirna Amerîkayê ye."

Amerîkayê 4ê Mijdarê dorpêçên aborî yên ser Îranê dabûn destpêkirin ku Îran niha di warên aboriya petrol û enerjiyê de tengav bûye ji loma jî tê çaverêkirin ku di vê serdanê de, Îran û Tirkiye çend rêkeftinên aborî, kulturî û siyasî îmze bikin û hecma bazirganiaya navbera her du welatan de bigehêjînan 30 milyar dolarî.