PDK-T û HDP di nav hefteyekê de tifaqê radigihînin

Piştî civînên lêgerîna tifaqê ya di navbera HDP û PDK Tirkiye de tê amajekirin ku dê di demeke nêz de bi daxuyaniyeke hevpar tifaq were ragihandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî civînên lêgerîna tifaqê ya di navbera HDP û PDK Tirkiye de tê amajekirin ku dê di demeke nêz de bi daxuyaniyeke hevpar tifaq were ragihandin. Li gel vê yeke PAK û PSK jî amadekariyan dikin ku nemzedên serbixwe yên hevpar nîşan bidin.

Her çiqas di 24ê Hezîranê de partiyên Kurdistanî û HDP nêzîkî tifaqê bibûn jî ev yek pêk nehatibû. Lê berûvajiyê vê yeke tê amajekirin ku ji bo hilbijartinên şaredariyan a 31ê Adar a 2019an Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiyeyê (PDK-T) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di demeke nêz de tifaqa hilbijartinê ragihînin. Derbarê rewşa dawî ya lêgerîna tifaqê de Serokê PDK Tirkiyeyê Mehmed Emîn Kardaş dibêje, ew amadebûn li gel hemû aliyên ku banga tifaqê li wan bikin re rûnin û ew bang jî ji HDPê hat û niha jî pêvajoya avakirina tifaqê di asteke erênî û serkeftî de ye.

Serokê PDK-T Mehmed Emîn Kardaş ji K24ê re wiha axivî: "Pêwîst e ku li deverên namzede PDK-T hatibe destnîşankirin li wê derê PDK-T û HDP piştgiriya PDK-T bikin û her wiha dê PDK-T jî li deverên namzede HDP hatibe destnîşankirin piştgirî bike."

Yek ji tifaqên bo hilbijartinên şaredariyan jî di navbera Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK de dimeşe. Serokê Partiya Sosyalîsta Kurdistan Mesûd Tek dide zanîn ku ew ê tenê l içen bajarên bakur namzed nîşan bidin û ji bo berfirehbûna tifaqa HDP-PDK Tirkiye û PSK PAKê de pêkane k udi navbera her dû tifaqan de jî hevkariyek çêbibe û ji bo tifaqeke berfirehtir derî vekirî hişt.

Serokê PSK Mesûd Tek dibêje: "Her çiqas ne teqez be jî li deverên ku îxtîmaleke mezin em namzed destnîşan bikin Amed, Mêrdîn, Agirî, Mûş û Wan e. Li deverên ku em namzed destnîşan nekin jî em dikarin bi guftugoyê piştgiriya tifaqên din jî bikin."

Partiya Sosyalîst a Kurdistan û PAKê ji bo tifaqê pêşniyar ji HakParê re jî biri bûn û HakParê di bersiva xwe de daye zanîn dê di hilbijartinan de HakPar namzedan nîşan nede û wê piştgiriya namzedên welatparêz û serbixwe bike û ev yek piştgiriya bo tifaqa PAK û PSKê tê şîrovekirin.