De Mistura: Vekişîna hêzên Amerîkî bandorê li Kurd dike

Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura îro ragihand, vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê bi pileya yekem bandor li Kurdan dibe û hişyarî da ku ew dikeve xizmeta çekdarên DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura îro ragihand, vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê bi pileya yekem bandor li Kurdan dibe û hişyarî da ku ew dikeve xizmeta çekdarên DAIŞê.

Şanderê Navdewletî yê ji bo Sûriyê Staffan De Mistura di hevdîtinekê de ligel kenala “RTS” a Siwêsrî de got, vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dê hebûna DAIŞê li Sûriyê û bi taybet li bakurî rojhilatê wî welatî bihêztir bike.

Herwiha De Mistura got: “Vekişîna hêzên Amerîkî dê bi awayeî rasterast bandorê li Kurdan bike. Divê neyê jibîrkirin ku Kurd pêkhateyeke Sûriyê ya girîng e û bi her awayî nabe bên piştguhkirin.”

Amaje bi wê yekê jî, heger çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re neyê dîtin, dê metirsî ji vegera DAIŞê hebe.

Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriye û Rojhilatê Kurdistanê, HSDê jî di daxuyaniyekê de ragihand, vekişandina hêzên Amerîkî dê bandoreke nerênî li ser operasyona li dijî DAIŞê bike û dê rê bide ku careke din rêxistina terorê xwe birêk bixe.

Herwiha HSDe dibêje, ew biryara Amerîka dê nearamî, neewlehiyê û valahiyeke siyasî û leşkerî çê bike û gelê navçê di nava penca hêzên dagîrker de bihêle.

 

S. B