Li Xaneqînê DAIŞê êrîş kir

Li Xaneqîne derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke asayiş û polîs kir û di encamê de 3 endamên asayişê û 2 polîs birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Xaneqînê derengê şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xaleke asayiş û polîs kir û di encamê de 3 endamên asayişê û 2 polîs birîndar bûn.

Jêderekî ewlehiyê ji Xaneqînê ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û ragihand, şeva bûrî çekdarên DAIŞê êrîşî ser xala Bextiyarî ya nêzîkî bajarê Xaneqînê kir û di encamê de 3 endamên asayişê û 2 polîs birîndar bûn.

Wê jêderî got, ew xal, xaleke hevbeş a polîs û asayiş Germiyan e û ji bajarê Xaneqînê ve ne dûr e, ji ber wê metirsî li cem xelkê Xaneqînê çê bûye, ji ber di dema şer de, dengê teqeyan li nava bajêr dihat bihîstin.

Bajarê Xaneqînê bajarokekî Kurdistanî li başûrê bajarê Kerkûkê dikeve û ser bi parêzgeha Diyala ve ye.

Berî çend rojan Berpirsê Liqê 15 ê PDKê Şêx Cafer Mistefa ji K24ê re ragihand, rewşa gundên derdora Xaneqîn û Gulala gelekî xirap e û çekdarên DAIŞê rojane li deverê digerin û êrîşan dikin Ji destpêka îsal ve çekdarên DAIŞê 8 caran êrîşî Xaneqîn û derdora kirine.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an hêzên Pêşmerge ji Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî vekişiyan û ji ber wê yekê valahiyeke ewlehiyê lê dirust bûye û metirsiya wê yekê heye, Kurd bêne neçarkirin ku ji wan deveran koçber bibin.

   

S. B