Ji Nava Surê Dengê Ribapê Bilind Dibe

Li Sûra Diyarbekirê ev demeke ji nava avahiyên dîrokî denge amura kul i herêma toriyan navdar e bilind dibe. Taştêya mîranî ya botan, ribapa toriyan û avahiyên dîrokî yên di nava bircan de li Diyarbekirê digihîjin hev û ev xemlên çanda Kurdan xelkê li hev dicivîne.

K24- Dîyarbekir

Li Sûra Diyarbekirê ev demeke ji nava avahiyên dîrokî denge amura kul i herêma toriyan navdar e bilind dibe. Taştêya mîranî ya botan, ribapa toriyan û avahiyên dîrokî yên di nava bircan de li Diyarbekirê digihîjin hev û ev xemlên çanda Kurdan xelkê li hev dicivîne.

Li navçeya navendî ya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê ev demeke hêmanên çanda Kurdan ên qedîm gihîştine hev û xwarin, muzîk û dîrok tameke cûda ya çandî û hunerî dide welatiyan. Li aliyekê taştêya mîranî ya Herêma Botan, li aliyekê amura muzîkê ya Herêma Torê û li aliyekê jî avahiyên dîrokî yên di nav bircan li Diyarbekirê digihîjin û ev yek wêneyeke rengîn ji çanda Kurdan pêşkêşî welatiyan dike. Xwediyê vê projeye Ensarî Olker dibêje ev tişteke nû ye û me xwest li Diyarbekirê denge ribapê jî were bihîstin.

Ensarî Olker- Xwediyê Projeyê- dibêje:"Me xwest li ber taştê ji nava Sûrê dengeke Kurdî bilind bibe. Em jî fikirîn ku em dikarin çi bikin. Me biryar da ku em ribapê bînin. Ribap li nava Sûrê qet nehatibû bihîstin. Me jî ribap anî nava Sûrê."

 Stranbêjên  ku ji Nisêbîna Mêrdînê berê xwe dane Diyarbekir dibêjin ew dixwazin li Diyarbekirê jî amura muzîkê Ribap were nasîn. Koçer ribapî amaje dike ku ribap yek ji kevintirîn amura muzîkê ye û dive di nava Kurdan de belav bibe.

 Koçer Ribapî - Stranbêj- dibêje:"Heta niha em li Nisêbînê bûn, li Mêrdîne. Me niha jî berê xwe da Diyarbekir. Me git bila ribap li vêdê jî bê nasîn. Li nava Sûrê bila miletê vêdê jî bibînê. Me xwest stranên rehmetiyê Miradê Kinê li vir werin gotin.."

Kesên ku ji bo taştê berê xwe didin navçeya dîrokî ya Diyarbekirê Sûrê jî bi denge ribapê demên xweş derbas dikin. Yek ji welatiyan Îmran Dîlan jî dibêje bi dengê ribapê û bi stranên Kurdî tama taştê jî xweştir dibe.

Îmran Dîlan- Welatî- got:"Ji xwe em ji taştê hes dikin. Dema denge muzîka Kurdî jî tê em keyfxweştir taştê dixwin. Bêhtir dile mirov diçê taştê. Bi muzîkê xweştir dibe."

Rêveberên kargehên nava Sûrê di wê baweriyê de ne ku pêdiviya navçeya Sûrê bi dengên wiha cûda û rengîn heye ku ev yek dikare sûdê bide geşt û guzariya çandî ya Diyarbekirê jî û yek ji çandên kurdan a dewlemend bi vê rêyê jî were danasîn.